Nêçîrvan Barzanî û fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê civiyan

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê dawîn pêşhateyên ewlehiyê gotûbêj kirin.

Îro 21ê Gulana 2025an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kevin Leahy fermandarê Hêzên Hevpeymaniyê li Iraq û Sûriyê kir. 

Li gorî daxuyaniyekê ji serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de dawîn pêşhateyên ewlehiyê li Iraq û Sûriyê, gefên rêxistina DAIŞa terorîst li ser ewlehî û seqamgêriyê, hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê aliyan tekezî li ser berdewamiya hevkariyê di navbera Herêma Kurdistanê û hevpeymaniyê ji bo rûbirûbûna terorê û bihêzkirina karînên hêzên ewlehiyê kir. 

Her du aliyan, pirsên çaksaziyan li wezareta Pêşmerge bi hemahengî di navbera dezgehên Herêma Kurdistanê û hêzên hevpeymaniyê de gotûbêj kirin.