Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Dawûd Oxlo pêvajoya aştiyê bi gaveke dîrokî bi nav kir
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrên pêştir ê Turkiyê û serokê Partiya Pêşeroja Turkiyê Ehmed Dawûd Oxlo civiyan.
Di civînê de peywendiyên Turkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêvajoya aştiyê li Turkiyê û rewşa deverê bi giştî gotûbêj kirin.
Her du aliyan pêvajoya aştiyê bi gav û derfeteke dîrokî bi nav kir, û divê ji dest nedin, her weha hemû alî alîkar bin ji bo serxistina pêvajoyê û tekezî li ser rola Herêma Kurdistanê di alîkariya serxistina pêvajoyê hat kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser helwesta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina pêvajoyê kir û amadekarî ji bo alîkariya pêwîst ji bo serxistina pêvajoyê nîşan da.