Çinîna ceh li Til Koçer dest pê kir û cotkar bi gazin in
Welat TV - Hewlêr
Çinîna ceh li devera Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, û cotkar ji kêmbûna berhemê, bi gazin in.
Ji ber kêmbarîna barana îsal û hişkesaliya ku bi ser deverê de hatiye, rewşa demsala çandinyê xerab e, û cotkaran gelek ziyan dîtiye.
*Berhem kêm e
Cotkar Xalid Mihêsîn ji Welat TV re got “Îsal ji ber zuhabûnê, û nebarîna baranê rewşa çandinyê li deverê bi giştî awarte ye, berhem kêm e û têçûna çandiniyê ya ku cotkaran daniye dernakeve, û tu piştevanî ji cotkaran re tune ye, yê ku sîstema wî ya energiya rokê hebe, rewşa wî baştir e, lê mazot gelekî li ser cotkaran giran e, bi awayekî giştî çandinî îsal pir xerab e”.
*Rewş pir xerab e
Se’îd Cuma karkerê patozê ye got: “Me dest bi çinîna ceh kiriye, îsal dahatê çandiniyê tune ye, em niha li devera Til Koçer çinînê dikin, berhem yekcar tune ye, hin erd hene cotkaran bi rezazan avdane, lê bi giştî ne mazot heye ne av, rewş pir xerab e, dahatê çandinyê tune ye, û mazot jî pir giran e”.
*Sala bûrî baştir bû
Elî Ibrahîm Lolî xwediyê patozê ye da zanîn “Çinîna ceh li devera Til Koçer dest pê kir, dahata ceh gelek kêm e, yê ku karîbû zeviyê xwe av bide, dahat hinekî baştir e. Sala bûrî berewirdî bi îsal re pir baştir bû, îsal dahat tune ye”.
*Hişkesalî
Piraniya Rojavayê Kurdistanê deşt û erdên dewlemen din ji bo çandinyê, û jêdera abûrî ya sereke bo hemû beşên civaka Rojavayê Kurdistanê, çandinyî ye. Xerabûna rewşa çandiniyê îsal bi sedema nebarîna baranê û giranbûna nirxê mazotê, derdora 80% ji çandiniya Rojavayê Kurdistanê nehiştiye, û pispor zingilên hişiyarî û metirsiyê ji çêbûna kirîzeke abûrî li deverê, lê didin.