Erdogan: Xwehilweşandina PKKê girûpên wê li Sûriyê jî li xwe digre
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan da zanîn ku biryara xwehilweşandina PKKê girûpên wê li Sûriyê jî li xwe digre.
Receb Teyib Erdogan ev yek dema vegera xwe ji welatê mecer ragihand û diyar kir ku rêkeftina di navbera El-Şeri´ û Ebdî de li Şamê hatî îmzekirin li ser banga Turkiyê û Îranê bû.
Erdogan got jî ku ew mijara hebûna YPGê li bakurê Sûriyê ji nêzîk ve dişopîne û divê hikûmeta Sûrî girîngiyê bide vê mijarê.
Serokê Turkiyê da zanîn jî, Turkiyê, Emerîka, Sûriyê û Iraqê komîtek ava kirine ji bo gengeşekirina çarenivîsa çekdarên DAIŞê yên di zindanan de li Sûriyê.
Li gorî Erdogan, ew çavdêriya tevlîbûna grûpên çekdar bo artêşa Sûriyê dikin û dema ku pirsgirêka zinadanên çekdarên DIAŞê û kampa Holê çareser bibe dê girîngiya YPGê kêm bibe û tevlîbûna wê ji bo artêşa Sûriyê asan bibe.
*Her weha bixwîne: Wezîrên Derve yên Emerîka, Turkiyê û Sûriyê li Turkiya civiya