Aldar Xelîl: Şanda Kurdî Nûnertiya "Rêveberiya Xweser" dike.. Nişet Zaza bersivê dide
Welat TV - Hewlêr
Serkirdeyê PYDê Aldar Xelîl da zanîn ku şanda danûstandinan li gel hikûmeta Şamê dê nûnertiya ”Rêveberiya Xweser” li bakurê rojhilatê Sûriyê bike û şanda Kurdî dê beşek ji wê şandê be.
Aldar Xelîl ev yek di daxuyaniyekê de îro li ser rûpela xwe di tora civakî ”Facebook” de ragihand.
Serkirdeyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Nişet Zaza jî bersiva daxuyaniya Aldar Xelîl da û got: ”Ev daxuyanî ne di cihê xwe de ye û rastiya li erdê diyar nake”.
Zaza da zanîn ku ev daxuyanî û dema derketina wê derî vedike ”li pêş hewlan ji bo paşguhkirina dengê Kurdan û encamên konfiransa 26ê Nîsanê”.
Serkirdeyê ENKSê diyar ki ku daxuyaniyên bi vî rengî nûnertiya viyana azad a gelê Kurd nakin û deverê berev karesatan dibin, Zaza banga danîna sînorekî ji van daxuyaniyan re kir ji bo parastina yekrêziya Kurdî
*Her weha bixwîne: Serokê ENKSê: Bê çareserkirina doza Kurdî aramî li Sûriyê peyda nabe