Xêrxwaziya Barzanî: Me 1010 nexweş li 19 gundên Efrînê derman kirin

Xêrxwaziya Barzanî: Me 1010 nexweş li 19 gundên Efrînê derman kirin

Welat TV - Hewlêr

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amarên du mehên bûrî yên projeya nexweşxaneya gerok li Efrîna Rojavayê Kurdistanê belav kirin.

Endemeke tîma nexweşxaneya gerok li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro 22yê da zanîn ku piştî cejna Remezanê dest bi gera xwe ya nû kir û heta niha 1010 nexweş derman kirine. 

Wê endamê diyar kir ku ji cejnê ve, serdana 19 gundan kirine tê de, 500 jin, 250 mêr û 300 zarok derman kirine.

Endama tîma nexweşxaneya gerok da zanîn jî ku 2600 curên dermên belav kirine.    

Xêrxwaziya Barzanî di 20 Çileya 2024an de projeya Nexweşxaneya Gerok li Efrînê ragihand heta niha berdewam dike.  

►Her weha bixwîne.. Zêdetirî 9000 nexweş.. Nexweşxaneya Gerok derbasî 204 gundan li Efrînê bû