Serok Mesûd Barzanî û Ehmed Dawûd Oxlo tekeziyê li ser serxistina pêvajoya aştiyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û serokwezîrên pêştir ê Turkiyê û serokê Partiya Pêşeroja Turkiyê Ehmed Dawûd Oxlo îro 22yê Gulana 2025an civiyan.
Baregeha Barzanî da zanîn, di civînê de pêvajoya aştiyê gotûbêj kir û bi gaveke girîng û dîrokî bi nav kir.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna hemû aliyan ji bo serxistina pêvajoya aştiyê kir.
Ji aliyê xwe ve Oxlo, spasiya serok Barzanî kir ku piştevanê pêvajoya aştiyê li Turkiyê ye û rola serok Barzanî bilind nirxand.
Serok Mesûd Barzanî û Ehmed Dawûd Oxlo her weha pêşhate û dawîn guhertinên deverê bi giştî gotûbêj kirin.