3 endamên Tîma Berevaniya Sivîl di encama teqîna paşmayên şer de bûne qurbanî
Welat TV - Hewlêr
3 endamên Tîma Berevaniya Sivîl li Sûriyê di encama teqîna paşmayên şer de jiyana xwe ji dest da.
Tîma Berevaniya Sivîl da zanîn ku 3 endamên wê dema paşmayên şer li parêzgeha Hemayê pûç dikirin, paşmayek teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Tîmê diyar kir, şêniyên gundê Kerah ê gundewarê Hemayê tîm agahdar kirin ku paşmeyeke şer li nêzîkî hêla trênê heye, her sê endam dema hewl didan paşmayê pûç bikin, teqiya û jiyana xwe ji dest da.
*JI destpêka salê ve 727 kes bûne qurbanî
Bi sedan kes li seranserî Sûriyê ji destpêka sala 2025an ve bûne qurbaniyên paşmayên şer, hejmareke mezin ji wan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes bi giranî birîndar bûne.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di raportekê de, di 21 Nîsanê de, hejamara qurbaniyên teqîna paşmayên şer li seranserî Sûriyê ji destpêka sala 2025an ve eşkere kir û got, 357 kesan li Sûriyê di teqîna paşmayên şer de jiyana xwe ji dest dane, di nav wan de, 80 zarok û 19 jinan hene. Her weha, 370 kes di teqîna paşmayên şer de birîndar bûne.