Mesrûr Barzanî: Bi hêvî ne destûrek li Sûriyê were nivîsandin rêz li mafên Kurdan û hemûyan were girtin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya başdariya xwe di panêlekê di kongira Waşinton ya wezeyê de, got: Em bi hêvî ne hilbijartin li Sûriyê bi rê ve biçin û destûrek were nivîsandin tê de rêz li mafên Kurd, Elewî, û hempyan were girtin.
Mesrûr Barzanî got: Bê guman em dizanin, Sûriyê di rewşeke asteng re derbas dibe, û niha qonaxeke nû dest pê kiriye, em hemû baş dizanin ku serkirdeyên niha kî ne, lê divê derfetek ji hikûmetê re were dayîn, di vê derbarê de, Trump û Şeri civiyan, û Trump soz da sizayan rake her weha yekîtiya Ewropayê jî, ji bo vê sedemê, gelek welatan soz da alîkariya Sûriyê bikin, Şam di pêşerojê de rastî rûbirûbûyan tê, ya guncaw ew e hevkariyê bikin, û em ê hevkar bin.
*"Gelek cudahî, pirsgirêk û hevkêş hene"
Mesrûr Barzanî da zanîn, Em dizanin ku mijar ne hêsan e, û welat ne di bin kontirola temam de ye, gelek cudahî, pirsgirêk û hevkêş hene, ez dixwazin bizanibin ka pêşeroja vê hikûmetê dê çi be, em bi hêvî ne hilbijartin bi rê ve biçin û destûrek were nivîsandin tê de rêz hemûyan were girtin, li Kurdan Ereban, Elewiyan, û hemûyan, divê gelê Sûriyê biryara xwe bide, lê bêguman em bawer in ku gelê Sûriyê dê li ser şêweya hikumdariyê li hev bikin, em jî weke cîran bê guman em ê alîkariya wan bikin.
*Aştiya li Sûriyê
Mesrûr Barzanî got jî: Bi hêvî ne aştî li welêt berbelav bibe, û hêviya geşepêdanê ji cîranê me re dixwazin û ew ê sûdê bigihîne me hemûyan.
*Mijara fedraliyê
Li ser pirsa bicîkirina ezmûna Herêma Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê, Mesrûr Barzanî got, eger em li Iraqê binêrin, sîstemeke yekgirtî heye, lê fedralî ne tenê peyveke li ser rûpelean tê nivîsandin, lê divê bi cî bibe.