Hesekê.. Semînarek bi navnîşana "Erebê Şemo û Zimanê Kurdî" hate lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Hesekê yê Rojavaê Kurdistanê semînarek bi navnîşana "Erebê Şemo û Zimanê Kurdî" hate lidarxistin.
Nivîskarê Kurd Erebê Şemo ku wek "Bavê Romana Kurdî" tê binavkirin, di sala 1978an de li Yerîvana Ermenistanê Koça dawî kiriye.
Di salvegera koça dawî ya Erebê Şemo de, şaxê Hesekê yê "Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya" semînerek li dar xist.
Semînar ji aliyê Nivîskar Se'îd Yûsif ve hat pêşkêşkirin, bi amadebûna hejmarek siyasetmedar, nivîskar û kesayetiyên sivîl.
Di semînarê de behsa ked û xebata Erebê Şemo di warê Wêje û zimanê Kurdî de hate kirin.