Şukrî Ebdulrehman bo Welat TV: Bîrdoza riyalîst ji gelê Kurd re ya herî guncaw e

Şukrî Ebdulrehman bo Welat TV: Bîrdoza riyalîst ji gelê Kurd re ya herî guncaw e

Welat TV - Hewlêr

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê semînarek li jêr navê "Bîrdozên Siyasî di Peywendiyên Navdewletî de" li dar ket.

Semînar li nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li dar ket ji aliyê Şukrî Ebdulrehman ve hat pêşkêşkirin.

Şukrî Ebdulrehman, ji Welat TV re got: "Semînara me li ser Bîrdozên Siyasî, peywendiyên navdewletî, û çawaniya serederiyê li gel hevkêşan bû".

Ebdulrehman da zanîn "Gelek bîrdoz hene, weke riyalîst (rastîn), lîbralî, sosyalîst û gelek curên din, me di vê semînarê de şirove kirin". 

Diyar kir "Bîrdoza riyalîst ya herî guncaw e ji gelê Kurd re ku divê Kurd di têkilî û peywendiyên xwe yên navdewletî de berçav bigirin, da ku peywendiyên baş li gel aliyên navdewletî deynin".

Şukrî Ebdulrehman tekez kir, "Heta ku gelê Kurd bigihin mafên xwe divê riyalîst û rastîn bin, û wê bîrdozê ji xwe re weke bingeh bibînin".