Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê ji hemû aliyan re tekez kir ku viyana tekoşîn û xebata gelê me ji bo azadiyê tu carî naşike

Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê ji hemû aliyan re tekez kir ku viyana tekoşîn û xebata gelê me ji bo azadiyê tu carî naşike

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 49an a destpêirina Şoreşa Gulanê de peyamek belav kir tê de got: Şoreşa Gulanê yek ji westgehên berxwedan û xebata gelê Kurdistanê ye ku dirêjpêder û hilgirê peyam û encamên Şoreşa Mezin a Êlûnê ye.

Serok Barzanî da zanîn, Tevî rewşa ne guncaw a piştî şikestê û gefên neyarên gelê Kurdistanê, bi planeke bihêz a rêxistinî û leşkerî û bi viyaneke mezin, şerorşe Gulanê dest pê kir.

Serok Barzanî got jî, li Şoreşa Gulanê, gelê me gelek qurbanî dan, gelek pêşmergeyên qehreman canê xwe fîdayî Kurdistanê kir, her weha beşek zor ji gelê me derbider û rêyên mandîbûnê hilbijart, stûxwarî û xweradestkirin red kirin. 

Serok Mesûd Barzanî tekez kir ku Şoreşa Gulanê ji hemû aliyan re tekez kir ku viyana tekoşîn û xebata gelê me ji bo azadiyê tu carî naşike û berdewam dibe.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got: Li salvegera 49an a destpêkirina Şoreşa Gulanê, silavan bo giyanê yekem şehîdê şoreşê Seyid Ebdulah Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînin, her weha pêzanînên min ji hemû tekoşer, pêşmerge û niştîmanperweran re heye ku rola wan li şoreşê hebû, şanazî û serfirazî ji gelê me re tomar kirin.