Nêçîrvan Barzanî û Marco Rubio tekezî li ser piştgiriya ewlehî û aramiyê li Îraq, Sûriyê û deverê kir
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, peywendiyeke telefonî ji Marco Rubio Wezîrê Derve yê Emerîkayê wergirt.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand: Di peywendiyê de her du aliyan tekezî li ser pêşvebirina peywendiya stratejîk a Emerîka û Herêma Kurdistanê kir, her weha behsa alîkariya di warê aborî û enerjiyê, û girîngiya berdewamiya hemahengiya di navbera wan kir ji bo piştgiriya ewlehî û aramiyê li Îraq, Sûriyê û deverê bi giştî kir.
Wezîrê Derve yê Emerîkayê spasiya Nêçîrvan Barzanî ji bo rol û hewlên wî yên çareserkirina pirsgirêkên navbera Hikûmeta Îraqê ya Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya hevtêgihiştinê û gotûbêjiya avakar kir.
Rubio tekezî li ser wê yekê kir ku piştgiriya Emerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê, wek bingehek sereke yê peywendiya stratejîk a Emerîkayê bi Îraqê re dimîne.
Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîn ji bo piştgiriya Emerîkayê li Îraq û Herêma Kurdistanê dubare kir.