Hikûmeta veguhêz a Sûrî rêkeftinek bi nirxê 7 milyar dolar bi grûpa UCC re îmze kir
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta veguhêz a Sûrî rêkeftinek bi grûpa UCC Holdîng a cîhanî re îmze kir, ji bo weberhênanê di warê enerjiyê de li Sûriyê.
Bi amadebûna serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şei´ û şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tomas Barrack, wezareta enerjiyê ya Sûrî îro rêkeftinekê bi grûpa UCC Holdîng va cîhanî re îmze kir.
Grûpa UCC Holdîng her yek ji (Komapaniya UCC Concession Investments a Qeterî, Kompaniya Kalyon GES Enerji Yatırımları û Kompaniya Cengiz Enerji yên Turkî û Kompaniya Power International USA ya Emerîkî) li xwe digre.
*7 milyar dolar
Derbarê rêkeftinê, wezîrê enerjiyê yê Sûrî Mihemed El-Beşîr da zanîn ku, nirxê weberhênanê 7 milyar dolarên Emerîkî ye û dê 5000 Mêga Wat ji elekitrîkê peyda bike.
*5 westgehên elekitrîkê
El-Beşîr diyar kir ku rêkeftin pêşxistina 4 westgehên elekitrîkê ku li ser sotemeniyê kar dikin li xwe digre, yek li Dêra Zorê, yek li Miherdê û yek li Zeyzûn li gundewaerê Hemayê û ya Terîfawî jî li Himsê, ev westgeh dê 4000 Mêga Wat ji elekitrîkê peyda bikin.
Her avakirina westgeheke enerjiya rojê li devera Widyan El-Rebî´ li başûrê Sûriyê ji bo berhemanîna derdora 1000 Mêga Watî ji elekitrîkê.
Şandiyê Emerîkî bo Sûriyê jî, gotinek pêşkêş kir û diyar kir ku rakirina sizayên Emerîkî dikeve berjewendiya Sûriyê.
*300 hezar derfetên kar
Ji aliyê xwe ve, serokê cîbcîkar yê kompaniya UCC Holdîng Ramiz El-Xeyat got ku, ev rêkeftin dê 50 hezar derfetên kar bi awayekî rasterast û 250 hezar derfetên kar bi awayekî nerasterast peyda bike.
Ev rêkeftin tê di demekê de, ku rewşa karta enerjiyê li Sûriyê di asteke xerab de ye, bi taybetî rewşa elekitrîkî ku piraniya xelkê Sûriyê bi demjimêrên dirêj jê bêpar in.