Bilindbûna pileyên germê û kêmbaranê ziyaneke mezin gihandiye berhema zeytûnan li Efrînê
Welat TV – Hewlêr
Hişkesaliya li Rojavayê Kurdistanê ziyaneke mezin gihandiye berhemên cotkaran, berhema zeytûnan li herêma Efrînê yek ji wan berheman e.
Îro 29ê Gulana 2025an, Cotkarekî ji Welat TV re got: Ji ber bilindbûna pileyên germê, û kêmbarîna baranê hişkesalî li deverê çêbûye, li gelek gund û navçeyên Efrînê, ziyan gihiştiye berhema zeytûnan.
Da zanîn: Weke niha di dawiya Gulanê û destpêka Hezîranê de ji her salê, em bi zelalî berhema xwe dibînin û dizanin berhemanên dê çawa be, lê niha em bêhêvî ne ji ber ku berhema me ji rastî ziyaneke mezin hatiye.
Wî cotkarî ji du cihan dîmenên taybet ji Welat TV re şandin û tekez kir ku ji gundên navçeya Şiyê, heta bi Cindirêsê û nêzîkî bajarê Efrînê berhem tune ye û eger hebe jî gelekî lawaz e û têçûna cotkirin, berhevkirin û avdanê dernaxîne.
Li Efrîn û navçeyên wê 18 milyon darên zeytûnan hene, jêdera sereke ya şêniyên Kurd e.
*Her weha bixwîne.. Li bajarê Efrînê yekem kargeha avê hat vekirin