PDKê bi serperiştiya serok Barzanî dicive
Welat TV - Hewlêr
Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê PDK, îro civîneke berfereh li dar dixe.
Civîn îro 2 Hezîrana 2025an bi serperiştiya serok Mesûd Barzanî li Pîrmam bi rê ve diçe.
Li gorî meydayên fermî yên Herêma Kurdistanê, di civînê de, biryara wezareta darayî ya Iraqê ya derbarê neşandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, dê were gotûbêjkirin.
*Helwesteke cidî distînin
Di 29ê Gulanê de, Partiya Demokrata Kurdistanê PDK daxuyaniyek belav kir, tê de got: Eger pêş cejna qurbanê maf û mûçeyên xelkê Kurdistanê neyên şandin em ê helwesteke cidî bistînin.
PDK got: Hikûmeta Fedral di binpêkirinên mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de berdewam e. Binpêkirina dawî ya nivîsa wezareta darayî bû ku li dijî destûr û bingehên rêkeftina pêkanîna hikûmetê bû, û siyasetkirina qota xelkê ye.
Partiya Demokrata Kurdistanê PDK tekez kir, em ê vê mijarê di civîna xwe ya komîta navendî de li 2 Hezîrana 2025am bixin ber gotûbêjkirin û biryadanê û eger pêş cejna qurbanê maf û mûçeyên xelkê Kurdistanê neyên şandin em ê helwesteke cidî bistînin û ragihînin.
*Civîna hemû aliyan
Di 31 Gulanê de partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî civînek li dar xist û biryara Hikûmeta Iraqê şermezar kir û got biryareke siyasî ye.