Qeter û Sûriyê hevkariya di karta enerjiyê de gotûbêj dikin

Qeter û Sûriyê hevkariya di karta enerjiyê de gotûbêj dikin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Enerjiyê di hikûmeta veguhêz a Sûrî de Mihemed El-Beşîr û Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê Se´ed Bin Şerîda El-Ke´bî hevkariya di karta enerjiyê de li Doha paytexta Qeterê gotûbêj kir.

Di civînê de, her du wezîran hevkariya di karta enerjiyê de û mîkanîzmên bihêzkirina weberhênanên Qeterê li Sûriyê gengeşe kirin.

Ev serdan tê, piştî ku Hikûmeta veguhêz a Sûrî rêkeftinekê bi grûpa UCC Holdîng a cîhanî re ku Qeter serperiştiye wê dike, îmze kir, û nirxê weberhênana wê li Sûriyê 7 milyar dolarên Emerîkî ye û dê 5000 Mêga Wat ji elekitrîkê peyda bike.

Di vê derbarê de, tevlêheviya ewlehî û diyardeya dizîna alav û kablên elekitrîkê li seranserê Sûriyê astengiyan li pêş pirojeyên weberhênanê li Sûriyê derdixe.

*Her weha bixwîne: Hikûmeta veguhêz a Sûrî rêkeftinek bi nirxê 7 milyar dolar bi grûpa UCC re îmze kir