Nêçîrvan Barzanî: Bi hêsanî cihê Mamoste Qerenî Cemîl nayê dagirtin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke hevxemiyê bi koçbarkirina hunermend û şêwekarê Kurd Qerenî Cemîl belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: Bi xemgîniyeke mezin min nûçeya koçbarkirina hunermendê dahêner û bihêz û şêwekarê Kurd mamoste Qerenî Cemîl bihîst.
Serokê Herêma Kurdistanê got jî: Ji dil ve sersaxiyê ji malbat, kesûkar, dost, heval û tevaya hunermendan re dixwazim, ez hevsoz û hevxem im, ji Xwedayê mezin dixwazin wî di mehrîbaniya xwe de şad bike û aramiyê bide hemûyan.
Nêçîrvan Barzanî got: Jidestdana mamosta Cemîl derdaneke mezin e ji hunera şêwekariya Kurdistanê re, ku bi hêsanî cihê wî nayê dagirtin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, bi nawaze û berhemên xwe yên ciwan xizmeteke mezin ji şêwekariyê re kir, nav û hebûna Kurdî derbasî hunerên cihanî kir. Ruhê wî her şad be û bîranî wî her zindî be.