Girkê Legê.. Tevî kêmbûna nirxên qurbaniyan lê bazara pez sar e
Welat TV - Hewlêr
Cejna Qurbanê nêzîk dibe. Serjêkirina qurbaniyan yek ji rêûresmên vê cejnê ye, lê hişkesaliyê bandora xwe li bazara pez li Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Kamîreya "Welat TV" seredana bazara pez li bajarokê Girkê Legê kir û rewş ji nêzîk ve şopand.
Îsal berevajî salên bûrî, nirxên pez bi awayekî berçav bi rêjeya 50% kêm bûne.
Bazirganekî pez bi navê Bengîn Reşîd ji "Welat TV" re got ku hişkesalî û têkçûna werzê çandiniyê û buhabûna êm bandor li nirxan û tevgera kirîna pez kirine:
"Peza ku sala bûrî bi 4 milyon Leyreyên Sûrî dihate firotin, nirxê wê niha 2 milyon e.
Tevî vê yekê jî, ji ber buhabûna êm, tu kes pez nakire".
Abûriya Rojavayê Kurdistanê bi awayekî sereke li ser çandiniyê ye, û debara jiyana hemû beşên civakê bi berhem û samanên çandiniyê ve girêdayî ye, ji ber vê yekê jî hişkesalî, nebûn û giranbûna êm bandora xwe li xwedîkirin û bazara pez kiriye.