Grûpeke çekdar ciwanekî Kurd dema ji Libnanê vedigerî revand

Grûpeke çekdar ciwanekî Kurd dema ji Libnanê vedigerî revand

Welat TV - Hewlêr

Ciwanekî Kurd li ser sînorê Libnanê û Sûriyê ji aliyê grûpeke çekdar ve hat revandin, malbata wî di rêya welat TV re banga diyarkirin û serbestberdana wî dike.

Emîne Cemîl Mustefa dayîka Hemîd Mihemed Beko da zanîn ku, Hemîd bi mebesta karkirin çûbû Libnanê, dema jê vedigerî Helebê, di 28ê Gulana bûrî de ji aliyê grûpeke çekdar ve hat revandin, û li hember serbestberdanê banga fidiyê dikin.

*Rastî eşkenceyê hatiye

Emîne diyar kir ku wê grûpê wêneyê Hemîd şandine tê de rastî eşkenceya tund hatiye, karîna wan di dabînkirina pereyên tune ye.

Dayîka Hemîd bang li aliyên berpirs û peywendîdar kir ku destwerdanê bikin û wî serbest berdin.

Hemîd Mihemed Beko xêzandar e û bavê 4 zarokan e, ji gundê Qîbarê yê Efrînê ye û ji nişteciyên Helebê ye.