Serok Barzanî: Tu cudahî di navbera siyaseta birçîkirinê û Enfalan de tune ye

Serok Barzanî: Tu cudahî di navbera siyaseta birçîkirinê û Enfalan de tune ye

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî bi hatina cejna Qurbanê peyamek belav kir û tê de, germtirîn pîrozbahî pêşkêşî musilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê her weha malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman kir.

Serok Barzanî got: Di demek de ber bi cejna pîroz ve diçin ku bi biryareke nerewa û stemkar, qût û mûçeya xelkê Herêma Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên Bexdayê ve hatiye birîn.

Serok Barzanî got jî: Birîna mûçe û siyaseta birçîkirina li dijî gelê Kurdistanê, hîç cûdahiyek li gel enfal û kîmyabaran û wan jenosaydên ku rêjîmên berê li dijî gelê Kurdistanê de encam dane tune ye.

Serok Barzanî diyar kir viyana gelê Kurdistanê ji wan hemû stemkarî, tawan û enfalan bihêztir û bilindtir e. Bila ew ên dijayetiya xelk û Herêma Kurdistanê dikin temaşa dîrokê bikin, gelê Kurdistanê li beramber hemû guvaş û zehmetiyan xweragir bû û bi ser neyar û tawanbaran de serket û her peşîmanî ji bo zordaran ma.

Serok Barzanî “spasiya xweragirî, camêrî û serbilindiya yek bi yekê gelê me dikim, ji xwedayê mezin hêvîdar im xêr û bexteweriyê ji bo Kurdistan û Iraq û aştî û aramiyê ji bo deverê me û hemû cîhanê pêk bîne.