Lîstikvanekî Kurd xelata zêrîn di "Kickboxing" de li Nerwêc bi dest xist

Lîstikvanekî Kurd xelata zêrîn di
Idrîs Mihemed Elî

Welat TV - Hewlêr

Lîstikvanekî Kurd xelata zêrîn ya palewantiya “Nargis Cup” li ser asta di werzişa "Kickboxing" li Nerwîcê bi dest xist.

Ciwanê bi nave Idrîs Mihemed Elî yê 19 salî, xelata zêrîn ya palewantiya “Nargis Cup” li ser asta Nerwîcê bi dest xist.

Idrîs beriya 3 salan gihîştibû Nerwêcê, piştî salekê tevlî yaneya Arindal Boxa Clup ya ku lîstikvanan bo beşdariyê di palewantiyên navdewletî û cihanî destnîşan dike, bû.

Idrîs Mihemed Elî xwendekarê qunaxa amadeyî ye, ji şêniyên gundê Şêx Ibarahîm yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, biryare di mehên bê de beşdarî palewamtiya “Nargis NM” li ser asta Nerwîcê bibe.