"Rêveberiya Xweser" nirxê tona genim bi 420 dolarên Emerîkî destnîşan kir

Welat TV – Hewlêr

Rêveberiya Xweser a PYDê nirxê tona genim bi 420 dolarên Emerîkî destnîşan kir.

Îro Desteya Abûrî û Çandiniyê ya ”Rêveberiya Xwesr” di daxuyaniyekê de nirxê kîloya genim bi 32 sentên Emerîkî destnîşan kir,  her weha 70 dolar weke xelat li ser her tonek genim ku cotkar bifroşin wê hate destnîşankirin (wate nirxê tonek genim digihe 420 dolarî).

Ev nirx di demekê de ye, ku demsala îsal ji ber hişkesaliyê gelek xerab bû û cotkar li benda nirxekî bilindtir bûn.

Li aliyekî din, hikûmeta veguhêz a Sûrî jî nirxê tona genim bin 320 dolarên Emerîkî destnîşan kir, her weha 130 dolar weke xelat li ser her tonek genim ku cotkar bifroşin hikûmetê hate destnîşankirin (wate nirxê tonek genim digihe 450 dolarî).

*Her weha bixwîne: FAO: Hişkesalî dê bibe sedema têkçûna 75% ji berhemên genim li Sûriyê