Sekreterê PDK-Sê di salvegera damezirandinê de: Xebata me ji bo bidestxistina mafên rewa berdewam dike

Welat TV - Hewlêr

Bi beşdariya hemû pêkhateyan û li jêr Ala Kurdistanê salvegera 68an a damezirandina yekem partiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, duh li Qamişlo hate vejandin.

Di vejandinê de, behsa rola partiyê di berevaneiya ber mafên xelkê de li Rojavayê Kurdistanê û piştevaniya tevgera rizgarîxwaz li parçeyên din ê Kurdistanê hate kirin.

Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya Mihemed Ismaîl ji Welat TV re da zanîn ku 68 sal ji xebata berdewam a partiyê derbas dibin û ev xebat dê berdewam be ji bo bidestxistina mafên Kurdan bi rêya diyalog û danûstandinan.

*Hemû pêkhate beşdar bûn

Di salvegera 68an a damezirandina PDK-Sê de, nîşanên pêkvejiyan û pirên baweriyê yên ku tevgera Kurdî ava kirine diyar bûn, û hemû çîn û tiwêjên deverê beşdar bûn û pîrozbahî pêşkêş kirin.

Komên folklorî yên Kurdî jî beşdar bûn, ew kom êdî bi azadî beşdariyê di ahengên bi vî rengî dikin, ku beriya niha bi dizî çalakiyên xwe li dar dixistin

Li hunder û derveyî Rojavayê Kurdistanê, salvegera 68an a damezirandina yekem partiya siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariyeke cemawerî ya berfireh hate vejandin, û damezirêner û xebatkarên hatin bibîranîn.

*Her weha bixwîne: Li Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Libnan û Holenda PDK-Sê salvegera damezirandina xwe vejand