Qamişlo.. Qurbaniyên "Komkujiyên Sêfo" hatin bibîranîn

Welat TV - Hewlêr

Qurbaniyên komkujiyên Sêfo bi beşdariya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatin bibîranîn.

Komkujiyên Sêfo li dijî gelên Siriyan, Asûr û Kildan yên di çarçoveya sînorên dewleta Osmanî de hatin encamdan, komkujiyan sala 1915an dest pê kir û ta 1923yan berdewam kir, tê de bi hezaran kes hatin kuştin û bi dehan hezar hatin koçberkirin.

Di wan komkujiyan de, qurbanî bi şûr dihatin kuştin lewma ew komkujî bi ”Komkujiyên Sêfo” hatin binavkirin, ku ji şûr re bi Siryanî dibêjin ”Sêfo”.

Partiya Yekîtiya Siryanî li Qamişlo qurbaniyên wan komkujiyan bi bîr anîn û ji Turkiyê xwest ku danê bi van komkujiyan bike.

Kesên beşdar dibêjin ku di wan komkujiyan de, tawanên herî xerab dihatin encamdan bi taybet dermafê jinan de

Piştî derbasbûna 110 salan, hîn ”Komkujiyên Sêfo” weke birîneke kûr di wijdana mirovahiyê de mane, û gelên Siriyan, Asûr û Kildan daxwaza mafên qurbaniyan dikin.