Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê rewşa deverê gotûbêj kir

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê rewşa deverê gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê, rewşa deverê gotûbêj kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihand, ku duh 16ê Hezîrana 2025an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di peywendiyeke telefonî de pêşhateyên operasyon û rûbirûbûna leşkerî ya di navbera Îran û Israîlê de her weha bandora wî şerî li ser deverê gotûbêj kirin.

Serokatiyê Herêma Kurdistanê da zanîn ku herdu aliyan, li ser grîngiya parastina aramî û seqamgîrî û dûrxistina deverê ji aloziyan hevnerîn bûn û tekezî li ser wê yekê kir ku divê Civaka Navdewletî bi rola xwe ji bo rawestandina kiryarên serbazî û dîtina çareseriyan bi rêyên aştiyane rabe.

Li aliyekî din, amaje bi rêkeftina ewlehî ya di navbera Iraq û Îran de hat kirin, serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser pabendbûna bi wê rêkeftinê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê di peywendiya xwe de metirsiyên egera berfirehbûn û gurbûna pêşhateyan û çend pirs û mijarên din gotûbêj kirin.