Trump: Em dizanin Xamineyî xwe li ku derê veşartiye, lê niha em wî nakujin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka bang li Îranê kir ku xweradestkirina bê şer û merc ragihîne û got ku ew dizanin Rêberê Bilind ê Şoreşa Islamî ya Îranî Elî Xamineyî xwe li ku derê veşartiye.
Trump li ser pilatforma Truth da zanîn ku zaniyarî li ser cehê veşartina Xamineyî li cem wan hene, lê ew di dema niha de wî nakujin.
Serokê Emerîka got jî ku ew qebûl nakin sivîl an serbazên Emerîkî werin armanckirin û sebra wan êdî bi dawî dibe.
Donald Trump ji Îranê xwest ku xweradestkirina bê şert û merc ragihîne û diyar kir ku wan esmanê Îranê bi temamî kontirol kiriye.
*Her weha bixwîne: Trump: Bernameya etomî ya Îranê dê were jinavbirin