Efrîn.. ENKS banga derxistina paşmayên çekdaran û sizadana tawanbaran kir

Efrîn.. ENKS banga derxistina paşmayên çekdaran û sizadana tawanbaran kir
Efrîn.. ENKS banga derxistina paşmayên çekdaran û sizadana tawanbaran kir

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî banga sizadana tawanbaran û derxistina paşmayên grûpên çekdar ji Efrînê kir.

Îro Pênşemê, Xwecihiya Efrînê ya "ENKS" daxuyaniyek derbarî jiyanjidestdana ciwanê bi navê Mustefa Cemîl Şêxo bi guleyên çekdarên nenas, derxist.

Di daxuyaniyê de hatiye ku "ev ne tawana yekemîn e û herêma Efrînê ji ber zincîra dizî, binpêkirin, kuştin û talankirina li dijî welatiyên resen, dinale".

Xwecihiya ENKS got ew daxwazê ji aliyên pêwendîdar dikin ku di cî de dûvçûna tawanbaran û kesên ji dervî yasayê bikin û wan li ser tawanên wan siza bidin.

Her weha banga "derxistina paşmayên grûpên çekdar ji Efrînê kir".

Derbarî derbideran jî got ku ew banga derxistina malbatên derbider  ji malên Kurdan û şandina wan bo deverên wan ên resen dikin:
"Piştî ketina Rêjîma Esed rê hatin vekirin û tu behane û wate ji mana wan re li Efrînê nînin".