Qamişlo.. Nivîsgeha Yasayî ya ENKS panêlek derbarî rûbirûbûna gotara kînê li dar xist

Qamişlo.. Nivîsgeha Yasayî ya ENKS panêlek derbarî rûbirûbûna gotara kînê li dar xist
Qamişlo.. Nivîsgeha Yasayî ya ENKS panêlek derbarî rûbirûbûna gotara kînê li dar xist

Welat TV - Hewlêr

Nivîsgeha Yasayî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî "ENKS" bi bûneya "Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Gotara kînê" panêlek li dar xist.

Panêl li nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya "PDK-S" li bajarê Qamişlo bi amadebûna kesayetiyên siyasî û sivîl bi rê ve çû.

Di wê panêlê de mijara gotara kînê û bandora wê li ser tevna civakî li "Herêma Cizîrê" taybet piştî ketina Rêjîma Esed, hate gotûbêjkirin.

Her weha tekezî li ser giringiya dûrxistina gotara kînê û bihêzkirina çanda lêbûrîn û aştyia civakî hate kirin.

Panêl ji aliyê nivîskar Şivan Ibarhîm ve hate birêvebirin û her yek ji Beşîr Se'dî cîgirê berpirsê Rêxistina Asûrî, Ariya Hacî birêvebira bicîkar a "Platforama Nextory" û siyasetmedar Sedam Helûş, beşdar bûn.

*Beşîr Sed'î: 70% ji qurbaniyên gotara kînê kêmîne ne

Her di vê derbarê de Beşîr Se'dî berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokrat ji "Welat TV" re got ku miletên deverê bi şêweyekî ji şêweyan qurbaniyên gotara kînê ne û 70% ji qurbaniyên gotara kînê kêmîne ne.

Sed'î tekez kir ku ew bibawer in ku pêşeroja Sûriyê û ya her civakekê, li ser bingehên pejirandina aliyê din, lihevtêgihiştin û aramiyê ava dibe û prensîpa dijminatî û kînê milet û welat wêran kiriye:
 
"Em li pêşiya demeke dîrokî ya nû ne li Sûriyê û ji erkê me ye ku em gotara li dijî gotara kînê belav bikin û kar bikin ji bo avakirina welatekî nû, avakirî be li ser bingeha wekhevî, dadmendî, nêrîn û nêrîna din, demokratî,  welatîbûna yeksan û danpêdana yasayî û destûrî bi mafên tevaya pêkhateyan".