"Hêlên Esmanî yên Sûrî" malpereke elekitronî ji bo şopandina geştan ragihand
Welat TV - Hewlêr
"Hêlên Esmanî yên Sûrî" malpereke elekitronî ji bo şopandina dawîn pêşhateyan derbarê geştên wê de ragihand.
Hêlên Esmanî yên Sûrî di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew ê dema geştan û pêşhateyên wê bi awayekî berdewam bo rêwiyan li ser wê malperê belav bike.
Li gorî daxuyaniyê, ev malper dê alîkariya rêwiyan bike di wergirtina zaniyariyan de bi awayekî fermî ji bo asankirina geştên wan.
Duh jî, Hêlên Esmanî yên Sûrî ragihand ku wê geştên xwe ji balafirxaneya Şamê bo balafirxaneya Helebê veguhestin.