Toreke Mafnasî: Hîn vegera penaber û derbiderên Sûrî rastî astengiyên kûr tê
Welat TV - Hewlêr
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan tekez kir ku hîn penaber û derbiderên Sûrî rastî astengiyên jîngeheke neamadekirî ji bo vegerê, tên.
Bi bûneya "Roja Cîhanî ya Penaberan" Tora Sûrî raportek belav kir û got ku "ta dawiya sala 2024an bêtirî 6.8M ji Sûriyê penaber bûbûn û bêtirî 6.9M derbider li hindir Sûriyê hebûn.
Torê diyar kir ku "piştî ketina Rêjîma Esed bi tenê 500.000 penaber vegeriyane, her weha 1.2M derbider vegeriyane cih û warên xwe".
Li gorî raportê, hîn jî veger rastî astengiyên sereke yên kûr li ser hemû astan di nav de "ewlehî, yasayî, abûrî û xizmetguzarî" tê.
Her di vê çarçoveyê de, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan bang li Hikûmeta veguhêz a Sûriyê kir ku siyaseteke niştîmanî ji bo vegera penaber û derbideran were danîn û zelalî û dadmendiyê gerentî bike.