UN: 1300 binpêkirin dermafê zarokan de li Sûriyê sala 2024an hatine encamdan
Welat TV - Hewlêr
Neteweyên Yekgirtî zêdetirî 41 hezar binpêkirinî dermafê zarokan de li cîhanê di sala 2024an de belge kir û da zanîn ku ev bilindtirîn rêje ye ji derdora 30 salî ve.
Netewyên Yekgirtî îro di raportekê de diyar kir ku sala bûrî 41370 binpêkirinî di dermafê zarokan di şeran de hatine encamdan, ku ev bilindtirîn rêje ye ji sala 1996an ve.
Raportê da zanîn ku ev hejmar bi rêjeya 25% ji sala 2023yan bilindtir e û tekez kir paşguhkirina yasayên parastina zarokan di şeran de ji sedemên bilindbûna hejmara binpêkirinan e.
Neteweyên Yekgirtî got ku ji hejmara binpêkirinan derdora 1300 binpêkirinî di dermafê zarokan de li Sûriyê hatine encamdan.
Raportê tekezî li ser girîngiya piroseyeke siyasî ya giştgîr li Sûriyê kir, ku tê de mafên zarokan parastî bin û neyên leşkerkirin.