ENKS: Şanda Kurdî dê hemû hewlan bike ji bo pêkanîna armancên miletê Kurd

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî "ENKS" tekezî li ser giringiya parastina mafên tevaya pêkhateyên Sûriyê û hebûna pilanekê ji bo dîtina çareseriyeke giştgir di navbera hemû aliyan de di Sûriya pêşerojê de, kir.

Îro Înê, li bajarê Qamişlo bi amadebûna serokê ENKS Mihemed Ismaîl û endamên Desteya Serokatiyê, Emîndariya Giştî ya ENKS civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di civînê de dawîn pêşhateyên siyasî li Sûriyê û bandora şerê Israîl û Îranê li ser deverê bi giştî û Kurdan bi taybetî hatin gotûbêjkirin.

Her weha civîn li ser avakirina Şanda Kurdî ya ku ji derencamên konfiransa Yekrêziyê derketiye, rawestiya.

*Fêsel Yûsif: Şanda Kurdî dê hemû hewlan bike ji bo pêkanîna armancên miletê Kurd

Di dawiya civînê de berdevkê fermî yê ENKS Fêsel Yûsif di daxuyaniyekê de tekezî li ser pêwîstiya hebûna pilanekê ji bo dîtina çareseriyeke giştgir di navbera hemû aliyan de di Sûriya Pêşerojê de kir.

Yûsif tekez kir jî ku Şanda Kurdî dê hemû hewlên xwe bike ji bo pêkanîna armancên miletê Kurd.