Siwîsira hin sizayên abûrî ji ser Sûriyê radike

Siwîsira hin sizayên abûrî ji ser Sûriyê radike

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Siwîsirayê da zanîn ku ew hin sizayên abûrî ji ser hejmarek qewareyên Sûrî di nav de bnka navendî radike.

Hikûmeta Siwîsirayê îro di daxuyaniyekê de got ku ew sizayan ji ser 24 qewareyên Sûrî di nav de banka navendî ji lîsteya sizayan radike.

Daxuyaniyê diyar kir ku rakirina sizayan sînorên rdike ji ser pêşkêşkirina hin xizmetguzariyên diravî, bazirganî û henardekirinê.

Li gorî hikûmeta Siwîsirayê, armanc ji vê biryarê başkirina rewşa abûrî û pêşxistina piroseya siyasî ya giştgir û aştiyane li Sûriyê ye.

*Her weha bixwîne: Elmaniya: Em ê piştevaniya dubare avakirinê û piroseya siyasî ya giştgir li Sûriyê bikin