Emerîka beşdariya şerê Îranê bû: "Me 3 westgehên etomî têk birin û niha dema aştiyê ye"

Emerîka beşdariya şerê Îranê bû:

Welat TV - Hewlêr

Serokê Emerîka Donald Trump dernengiya şeva bûrî encamdan êrîşên li ser westegehên etomî li Îranê ragihandin.

Serokê Emerîka Donald Trump di daxuyaniyên xwe de li ser tora civakî "Truth" got: "Me êrîşine serkeftî li westgehên Fordo, Netinz û Esfehanê yên etomî li Îranê encam dan".

Trump tekez kir ku "Westgeha Fordo ya etomî nema, û tu artêş di dunyayê de tune ye dikare tişta me kirî, encam bide".

*"Dema aştiyê ye"

Serokê Emerîka Donald Trump piştî êrîşa li ser 3 westgehên etomî li Îranê got: "Niha dema aştiyê ye û divê niha Îran bidawîkirina vî şerî qebûl bike".

Trump di daxuyaniyên xwe de her weha diyar kir ku, "Ev demeke dîrokî ye bo Emerîka, Israîl û cîhanê".

*Israîl pêşwaziyê dike 

Serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu pêşwazî li êrîşên Emerîka kir û got: Emerîka biryarek rast da.

"Westgeh hatibûn valakirin"

Ji aliyê xwe televizyona Îranî diyar kir ku, hersê westgehên Fordo, Netinz û Esfehanê beriya demekê hatibûn valakirin.