Malbatên qurbaniyan: Divê berpirsên pilebilind ên rêjîmê werin dadgehkirin û sizadan

Welat TV - Hewlêr

Karvedan û nerazîbûn li cem welatiyên Sûriyê bi giştî derbarê mijara dadweriya veguhêz û sizanedana berpirsên Rêjîma Esed zêde bûne.

Malbatên Qurbanî û wendabûyan dibêjin, ew qebûl nakin rewşa berpirsên leşkerî yên Rêjîma Esed were asayîkirin, û hişiyariyê ji çêbûna tevlîheviyeke nû li Sûriyê ji ber vê yekê didin.

Welatî jî dibêjin, eger berpirsên rêjîma Esed neyên dadgehkirin û sizadan, dadweriya veguhêz çênebe, seqamgêrî herweha aramî li Sûriyê, peyda nabin.

Piştî avakirina Komîta Aştiya Civakî ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûrî û derxistina çend biriyarên lêbûrînê li ser hin berpirsên leşkerî yên rêjîma Esed ku destê wan di encamdana gelek tawanan de hebû, malbateke qurbaniyan dibêje: Li şûna ku dadweriya veguhêz bi awayekî dadmend û dirust were bicîkirin û tawanbar werin sizakirin, wan dît ku tawanbar û berpirsên rêjîma Esed derdikevin û rewşa wan tê asayîkirin, û ew vê yekê qebûl nakin.

Endamê malbateke din a qurabiyan got: “Em hişiyarê ji vê yekê didin, ji ber ku eger xelk ji hikûmet û komîta aştiya civakî bêhêvî bibin, dê gelek kes dest pê bikin mafên xwe bi destê xwe bistînin, û ev yek dê careke din me dixe qonaxeke tundûtûjiyî û tolvedanan a nû, tu kes vê yekê naxwaze, çareserkirina vê doseyê beşekî girîng e, bê bicîkirina wê seqamgêrî û aştî tu caran li Sûriyê peyda nabe”

Karvedan û nerazîbûn li cem malbatên qurbanî û wendabûyên li ser destê rêjîma Esed a hilweşiyayî herweha li cem welatiyan bi giştî, berdewam û zêde bûne, û li gorî şopîneran metirseyeke cidî ji derketina pirsgirêkên ewlehî di vê derbarê de, hene.