Jêder piştî girtina Wesîm El-Esed: "Birêvebirina toreke bazirganiya madeyên hişber dikir"
Welat TV - Hewlêr
Duh 21 Hezîrana 2025an, yek ji tawanbarên rêjîma Esed û bazirganên madeyên hişbir li Sûriyê hat girtin.
Pismamê serokê rêjîma hilweşiyayî, Wesîm El-Esed di operasyoneke ewlehiyê de li nêzîkî sînorê Libnanê hate girtin.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku Dezgeha Istîxbarata Giştî, bi hevkariya Wezareta Navxwe ya Sûriyê, li nêzîkî sînorê Libnanê li devere Til Kelex Wesîm el-Esed girt.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê diyar kir, ku Wesîm El-Esed Pismamê serokê rêjîma berê yê Sûriyê Beşar El-Esed yek ji keseyetiyên navdar ên bi bazirganiya madeyên hişber de kar dikirin.
li gorî jêderên mafnasî û xwecihî, Wesîm El-Esed li serdema rêjîma Esed de birêvebirina toreke bazirganiya madeyên hişber dikir, û gelek binpêkirin di dermafê kesên Sivîl de encam dane.