31 goristanên bikom li Sûriyê hatine dîtin nêzîkî 3 hezar term tê de bûn
Welat TV - Hewlêr
Ji dema ketina Rêjîma Esed ve 31 goristanên bikom li seranserê Sûriyê hatine dîtin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 31 goristanên bikom ku tê de termên 2 hezar 744 kesan hebûn, ji dema hilweşîna rêjîmê ve li seranserê Sûriyê hatine dîtin.
Rewangehê da zanîn ku pireniya goristanan li parêzgehên Şamê, Dera, Hims û Idlibê bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ji bo vekirina lêkolînan û pêkanîna dadwariyê.
*Hemû nûçeyên girêdayî bi goristanên bikom li vê lînkê bibîne