El-Şeybanî û Fîdan pêşhateyên deverê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve di Hikûmeta Veguhêz a Sûrî de Es´ed El-Şeybanî û Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan pêşhateyên deverê li Stenbolê gotûbêj kirin.
El-Şeybanî û Fîdan ew pêşhate di çarçoveya karên gera 51ê de ya Encûmena Wezîrên Derve yên Welatên Endam di Rêxistina Hevkariya Îslamî de gotûbêj kirin.
Li gorî Wezareta Derve di Hikûmeta Veguhêz a Sûrî de, herdu wezîran çawaniya bihêzkirina hevkariya hevbeş di warên cuda de jî gengeşe kir.
Wezaretê da zanîn jî ku herdu aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya hemahengiya hevbeş kir ji bo xizmeta herdu welatan.