Mesrûr Barzanî piştevaniya Urdinê ji Herêma Kurdistanê re bilind dinirxîne
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û Konsulê giştî yê Urdinê li Hewlêrê civiyan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, got: Bi boneya bidawîhatina erkê wî, îro me pêşwaziya Fûad El-Mecalî, Konsulê Giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya konsulê giştî li ser bihêztirkirina peywendiyên dualî kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest.
Mesrûr Barzanî peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê û piştevaniya Şah Ebdulah ê duyem ji Herêma Kurdistanê re bilind nirxandin.
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Urdinê, amaje bi deskeftiyên Herêma Kurdistanê nexasim di kabîneya nehan di warên cuda de kir, her weha spasiya aliyên peywendîdar li ser alîkar û hemanhengiya ji bo serxistina erkê xwe de kir.