Çavdêr: Berdewamiya şer bandorê li pêşeroja Sûriyê dike

Welat TV - Hewlêr

Israîl êrîşî baregehên leşekerî, ji 13ê meha Hezîranê ve, bingehên etomî û fermandarên leşkerî li Îranê dike û Îran bersivê dide, welatên deverê jî di nav de Sûriyê çavdêriya rewşê dikin û ji bandorên şer dilgiran in.

Berbanga îro jî, Emerîka bi awayekî rasterast derbasî ser hêla şer bû, û her 3 bingehên etomî Fordo, Netinz û Esfehanê ji nav birin.

Sûriyê weke welatekî cîran ji Israîlê re rastî ziyanan tê, ku ta niha derdora 65 dronên Îranî û bhejmarek mûşek li nava xaka wê ketine.

*Nêrînên Rojnamevan û Şirovekarê Siyasî

Rojnamevan û Şirovekarê Siyasî Ce´fer Meşhediye ji Şamê, ji Welat TV re dibêje ku ”Sûriyê weke welatekî ku ji şerekî dirêj derketiye nikare gavên baş di dubare avakirinê de biavêje eger ev şer berdewam bike”.

Li aliyekî din, Rojnamevan Mihemed Silêman dibêje ku ”liv û tevgerên Israîlê cihê dilgiraniyê ne û eger heye destwerdanên wê li Sûriyê zêdetir bibin”. 

Şer berdewam e û Sûriyê çavdêr e, lê weke hemû welatên deverê ji rojên bê û bandora şer li ser rewşa wê dilgiran e.