Piştî 8 salan ji girtinê 3 ciwanên Kurd hatin serbestberdan
Welat TV - Hewlêr
3 ciwanên Kurd ên bajarê Efrîna Rojavayî Kurdistanê piştî 8 salan ji girtin hatin serbestberdan.
Jêderekê ji Efrînê ji Welat TV re got: Piştî 8 salan ji girtinê, 3 ciwanên ji zîndanên El-Rayî û Kilis ên di bin destê çekdarên bi ser Turkiyê ve hatin serbestberdan.
*Ciwanê ku hatin serbestberdan ev in:
*Mihemed Hemreşo ji gundê Kaxrê yê navçeya Mabeta
*Doxan Murad Ismaîl ji gundê Hebo yê heman navçeyê
*Newaf Welîd ji gundê Dumiliya yê navçeya Raco.
Jêderên mafnasî diyar dikin ku ji dema operasyona Turkiyê sala 2018an ve, bi hezaran ji ciwanên Kurd ji aliyê çekdarên bi ser Turkiyê ve hatine girtin, heta niha jî çarenivîsa hejmarek ji wan ne diyar e.