Trump: Eger Îran dest bi bernameya etomî bike em ê dîsa êrîşî wê bikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump da zanîn ku agirbesta di navbera Israîl û Îranê de bi awayekî baş bi rê ve diçe û eger Îran careke din dest bi bernameya etomî bike ew ê dîsa êrîşî wê bikin.
Trump ev yek di hevdîtinekê de li gel emîndarê gîştî yê Nato Mark Rutte li bajarê Lahay yê Holenda ragihand û diyar kir ku êrîşa Emerîka bingehên etomî yên Îranê bi temamî wêran kirin.
Serokê Emerîka got jî ku êrîşa wan karînên Îranê yên etomî û mûşekî bi dehên salan paş xistin.
Trump da zanîn ku êrîşa wan li Îranê şer bi dawî kir û ew tu carî rê nadin wê ku dest bi pîtandina Yoraniyomê bike.
Li gorî Donald Trump, rêkeftinek di demeke nêzîk de li Xezayê jî dê were encamdan.
*Her weha bixwîne: Hegseth: Serok Trump li aştiyê digere û divê Îran di vê rêkê re biçe