Reuters: Bi dehan jin li Tertûs, Laziqiyê û Hemayê hatine revandin
Welat TV - Hewlêr
Di mehên dawiyê de bi dehan ji rewşên revandina jin û keçan li Tertûs, Laziqiyê û Hemayê hatine tomarkirin.
Li gorî raporteke ajansa "Reuters", ji piştî hilweşandina Rêjîma Esed ve "nêzîkî 33 jinan ji pêkhateya Elewî ku temenên wan di navbera 16 - 39 salan de ne" li Parêzgehên Tertûs, Laziqiyê û Hemayê "ji aliyê kesên nenas ve" hatine revandin.
Ajansê hevdîtin li gel hejmarek kesûkarên revandiyan kirine û beşekî ji wan diyar kiriye ku beramberî serbestberdana wan fidiye hatiye xwestin:
"Hin ji wan vegeriyane malên xwe û çarenivîsa gelekan jî ne diyar e".
Li gorî heman raportê, piraniya malbatên revandiyan gotiye ku "hêzên ewlehiyê bi cidî serederiyê li gel agahdariyên revandinê nakin".