Imarat.. Dibistana Pilingên Taykwando hejmarek xelat bi dest dixe

Imarat.. Dibistana Pilingên Taykwando hejmarek xelat bi dest dixe

Welat TV - Hewlêr

Tîma Dibistana Pilingên Taykwando ya Navdewletî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşbirka palewantiya Ereban a taykwando ya çarem û palewantiya ”Elficêra G2” ya yazdehan a taykwando li komelgeha Zayid ya werzişê li bajarê Elficêra li Imaratê bû û hejmarek xelat bi dest xistin.

Li gorî ku Dibistana Pilingên Taykwando li ser rûpela xwe ragihandî, hejmarek yarîzanên wê xelat bi dest xistine, ew jî her yek ji:

- Fatima Qasim: Pileya duyem
- Ala Hisên: Pileya pêncem
- Civîn Ibrahîm: Pileya pêncem.

Çalakiyên pêşbirka palewantiya Ereban a taykwando ya çarem di her deu rojên 1 û 2ê Sibata 2024an bi beşdarbûna 1306 yarîzanan bi rê ve çû.

Her weha çalakiyên pêşbirka palewantiya ”Elficêra G2” ji 4 ta 7ê Sibatê bi beşdarbûna 2313 yarîzanan ji 53 welatan berdewam kir.