Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê pilanên avakirina balafirxaneyên nû dideyne
Welat TV - Hewlêr
Serokê Komîta Giştî ya Balafirvaniya Sivîl da zanîn ku Komît êdî yekser bûye bi ser Serokatiya Sûriyê ve, û behsa balafirxaneya Qamişlo jî kir.
Eşhed Selîbî di hevdîtinekê de li gel Kenala Sûriyê ya fermî got ku Hikûmeta Sûriyê pilanê dideyne ji bo avakirina hejmarek balafirxaneyên nû li çend deveran:
"Ji nav wan balafirxaneyeke din li Şamê û yeke nû li Helebê, her weha pilana avakirina balafirxaneyekê li devera naverasta Sûriyê jî heye".
*Balafirxaneya Qamişlo
Derbarî balafirxaneya Qamişlo, Eşhed Selîbî got ku nabe balafirxane bi şêweyeke tekane û bê pejirandineke fermî dest bi kar bike:
"Ne ji mafê tu kompaniyên balfirvaniyê yên xwecihî û navdewletî ye ku bê hemahingî li gel Komîta Giştî ya Balafirvaniya Sivîl, li balafirxaneyê deynin".
*Geştên bo Ewropa
Serokê Komîta Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê Eşhed Selîbî behsa dubare destpêkirina geştan bo balafirxaneyên Ewropa kir û got ku gelek rêkarên teknîkî pêwîst in û ev yek çend meh jê re divin.