Hajî: Li Efrînê rewşa herî xerab a kurdan e û erdhejê bêtir wêran kir
Welat TV – Hewlêrê
Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Rewaj Hajî, di salvegera yekê ya erdheja Rojava û Bakurê Kurdistanê de, tekezî li ser berdewamiya pêşkêşkirina alîkariyan kir.
Li ser rewşa Efrîn û gundewarê wê nexsaim bajarê Cindirêsê piştî erdheja 6ê Sibata sala 2023yan, da zanîn ku rewşa kurdên resen a herî xerab e, guneh e di wê rewşê de bimînin.
Rewaj Hajî pêşwaziya germ a şêniyên kurd li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê bilind nirxand û got ku xelkekî rewşenbîr, welatparêz û niştîmanperwer e, bi rêbaza Barzaniyê nemir ve girêdayî ne û hezkiriyên rêbazê ne.
Hajî got jî ku dezgeh rêxistineke mirovî ye, amade ye berê xwe bide her deverekê, wê çend hewl daye li Qamişlo û Dêrikê bin lê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê rê nadeye.
Di salvegera yekê ya erdheja bajarê Cindirêsa Efrînê de ku dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekem dezgeh bi hawara Efrînê çû, Welat TV hevdîtineke taybet li gel Rewaj Hajî Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û berpirsê doseya Efrînê, li dar xist. Naveroka hevdîtinê weha ye:
- Hûn weke yekem dezgeh we berê xwe da Efrînê di destpêkê de em dixwazin wê yekê nas bikin ku dema hûn derbasî Efrînê û Cindirêsê bûn rewşa xelkê piştî erdhejê çi bû?
- Mixabin, salek li ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe, bi taybet Efrînê û gundewarê wê Cindirêsê, me ji roja yekê ve hewl da xwe bigihînin Efrînê, lê ji ber rewş û rêkarên îdarî di 10 mehê de em derbas bûn, me alîkarya xelkê kir û heta niha pêşwaziya germ a şêniyên wê di dilê me de maye, me di her warekî de alîkariyên xawarin, tendirustî, çadir û aîlkariyan din pêşkêş kirin, me karîbû hinekî barê xelkê sivik bikin, rewşa mirovî gelekî xerab bû, her tiştek li ser erdê bû.
- Di çarçoveya salekê de we çi alîkarî ji ziyandîtiyên erdhejê re pêşkêş kirine?
- Dema em gihiştin Efrînê, 5 roj li ser erdhejê re derbas bûbû, hêviya rizgarkirina kesan nemabû, lewma me dest bi rizgarbûyan kir wek xwarin û derman me da wan. Di salekê de 101 barhilgir, ji bajarê Efrînê û 7 navçeyên wê re derbas kirin, di nav Cindirêsê, 20 karmendan û bi 5 ambulansan, 9331 nexweş dîtin û derman kirin, 14700 malbatan sûd ji alîkariyan dîtin. Lê bêtir me ronî li ser Cindirêsê, û 98 gundan kir ji ber ku gelek ziyan dîtibûn, her weha me nanxanyek vekir, û nan li ser ziyandîtiyan belav kirin.
- Dema hûn gihiştin Cindirêsê kes di bin kavilan de hebû?
- Mixabin dema em gihiştin, tu kes bi zindî dernekitin, lê karesateke mezin, tevî amreke fermî tune ye, 3000 kes şehîd bûne, lê bi rastî rewşa her zehmet a kurdan e, di rewşeke pir xerab de ne, me dît ku çawa 4 ji malbata Pêşmerge li şeva Newroza şehîd kirin, rojane haletên weha têne tomarkirin.
- Tu nêzîk ji Efrînê vegeriyaye hîn bandora erdhejê maye?
- Belê heta niha avahî û mal li erdê ne, gelek avahî metirsiya ketinê li ser heye, 700 çêkirî ne, 1300 xaniyên din pêdivî bi çaksaziyê hene,
- We çi projeyek taybet bi sêwiyan heye?
- Li Herêma Kurdistanê me projeyek berdewam ji zarokên sêwî re heye, em ê li Efrînê jî dest pê bikin, êdî weke çawa li Hewlêr, Silêmaniyê û bajarên din, li Efrînê jî bi berdewamî em ê alîkariyên darayî bidin zarokan sêwî, ta niha navê 40 zarokî me tomar kirine.
- Mebest ji vekirina Navenda Çand û Hunerê çi bû?
- Bandora şer gelekî li ser xelkê kiriye, mebesta me ji wê yekê em bikaribin, mijarên kulturî, hunerî, werzişî, û cur bi cur li nava ciwanan de çalak bikin û piştevaniya civaka sivîl bikin, da ku hinekî rewşa wan a deronî baş bibe û bi xaka xwe ve werin girêdan, û dest ji xaka xwe bernedin.
- Nexwşxaneyên gerok ew çi proje ye?
- Komeleya kurdî li Hanoverê ambulansek ji mer re pêşkêş kir, xelkê gundan gilî kirin ku ji bajaran ve dûr in, lewma me got em ê serdana wan bikin û pêdiviyên bizîşkî pêşkêş bikin, her weha em ê alavan bidin kesên xwedan pêdiviyên taybet. Rojane em li gundekî ne, Efrîn 366 gund e û 7 navçe ne.
- Her gundek di bin destê grûpeke çekdar de ye gelo astengî ji we re çê dibin?
- Efrîn di bin destê Turkiyê de ye, em bi fermî derbasî Efrînê bûne, hemahengiya me bi Turkiyê re ye, bi giştî bi me re tu pirsgirêk çê nebûne, grûpên zor xerab hene, xerab hene û yên baş jî hene.
- Di pêşerojê de hûn ê çi bkin?
- Em li ser plana xwe berdewam dibin, li 10ê Sibatê em ê projeya sêwêyan, piştevaniya civaka sivîl, her weha perwerdeya zimanê kurdî bikin, li Efrînê weke me gotî 366 gund hene, mamosteyên zimên kêm in, em bi wan re rûniştin û em hewl didin mamosteyan zêde bikin, bi rastî zimanê kurdî ne fermî ye, gelek kêmasî hene em ê hewl bidin, çareser bikin.
- Te Efrîn çawa dît, siruşta wê û pêşwaziya germ ji we re
- Efrîn bihuşta rasteqîne ye, li ser erdê ez gelek geriyame li Qamişlo, Serê Kaniyê, Amûdê, Girê Spî û deverên din bi rastî cudahiyeke Efrînê heye, xelkekî rewşenbîr, û têgihiştî ye, dema em serdana gundan dikin ji ber dilgermiya wan em digirîn her weha dema ew wêneya Barzanî dibînin giriya wan tê, xelkekî baweriya wan bi serok Mesûd Barzanî û rêbaza Barzanî heye, em bi hêvî ne ew rewş derbas bibe guneh in di vî rewşê de bin.
- Dawîn pirsiyar hûn amde ne li Qamişlo, Kobaniyê û Dêrikê kar bikin
- Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve me hewl da li Rojavayê Kurdistanê kar bikin, lê rêveberiya xweser a PYDê rê neda me em kar bikin, ma ji bo çi Turkiyê ku weke ew dibêjin dagîrker e dihêle em kar bikin, û em nikarin li Amûdê, Dêrikê û Qamişlo kar bikin, em dezgeheke xêrxwazî ne mirovî ne, em karê mirovî dikin bê cudahî, eger derfet da me em amade ne alîkariyan pêşkêş bikin.