Tîma Qesir Dîbê bû qehreman.. Xuleke topa pê li gundewarê Dêrikê bi rê ve çû
Welat TV - Hewlêr
Xuleke topa pê li gundê Rikava yê Dêrikê bi beşdariyeke cemawerî ya berfireh ji xelkê deverê û hezkerên topa pê bi rê ve çû.
Di xulê de, 24 tîman li ser qehremaniya xulê rêkberî kir û rêkberî di asta herî bilind bû.
Tîmên beşdar kêfxweşiya xwe nîşan da, û diya kir ku ev xul weke derfetekê ji bo nûkirina têkiliyên di navbera tîman û handerên wan de bi nav kir.
Di xulê de, şhaiya mezin di vê xulê de ya tîma Qesir Dîbê bû, ku di lîstika dawîn de li hember tîma Dicle bi serkeft û qehermaniya xulê bi dest xist.
Xula topa pê li gundê Rikava deriyek li pêş têkliyên civakî yên zêdetir vekir, ku eger heye di pêşerojê de bibe bingeha çalakiyên berfirehtir.