Efrîn bû qehremanê xula (Rojavayê Kurdistanê) ya topa pê li Elmaniya

Welat TV - Hewlêr

Di bin siya ala Kurdistanê de, xuleke topa pê li bajarê Emsdetten li Elmaniya bi navê xula (Rojavayê Kurdistan) bi rê ve çû.

Di xulê de, hilbijardeyên Qamişlo, Kobanî û Efrînê berşdar bûn, lîstikvanê Kurd ê navdar Eyaz Osman tevlê hilbijardeya Qamişlo bû her weha listîkvanê Kurd ê navdar tevlî hilbijardeya Efrînê bû.

*Beşdariyeke berfireh

Xul bi beşdariyeke cemawerî ya berfireh ji revenda Kurdistanî bi rê ve çû û kom folklorî beşdar bûn û rojekê berdewam kir.

Cemawerên beşdar ku gelek ji wan ji derveyî Elmaniya hatibûn bi vê xulê kêfxweş bûn û ev roj bi rojeke netewî bi nav kir.

*Efrîn yekem bû

Listîka yekem di navbera Qamişlo û Efrîn de (0-0) bi dawî bû, ya duyem di navbera Kobanî û Qamişlo de (1-0) bi dawî bû û ya sêyem di navbera Efrîn û Kobaniyê de (3-2) dawî bû û Efrîn bû qehremanê xulê.

Xula Rojavayê Kurdistanê ya topa pê li Elmaniya bû festîvalekê ji revenda Kurdistanî re ku tê de piştevaniya xwe bo Rojavayê Kurdistanê nîşan da.