Du wezîrên berê yên Rêjîma Esed hatin girtin
Welat TV - Hewlêr
Du wezîrên berê yên Rêjîma Esed, li ser mijara wendabûna zarokan, hatin giritin.
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê heryek ji Rîma Qadirî û Kînda Şemat, ku wezîrên karûbarên civakî û kar bûn di Rêjîma Esed de, girtin.
Li gorî medyaya Sûrî, herdu kes li ser doseya wendabûna zarokên girtiyên zindanên Esed, hatine girtin.
*"Tometbarên li ser mijara zarokan dê werin girtin"
Beriya 2 rojan Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand, wan biryar da ku hejmarek kes li ser mijara wendabûna zarokan ji navendên çavdêriyê yên li deverên Rêjîma Esed a hilweşiyayî, werin girtin.
Wezaretê diyar kiribû, zarokên wendabûyî, zarokên malbatên girtiyên zindanên Rêjîma Esed in, û ew kesên ku niha hatine girtin tometbar in bi destêwerdanê di wendabûna zarokan de, her weha binpêkirin li dijî wan zarokan encam dane.